Türkan Tosun
17 Îlon 2015•Rojanekirin: 17 Îlon 2015
Serokwezîr Ahmet Davutoglu nîvîsa ku destûr dide xebatkarên ku di saziyên kamuyê de dixebitin ji 21ê îlonê pê ve du û nîv rojan nexebitin, îmze kir.
Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê li ser malpera înternetê daxuyand ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu nîvîsa destûr dide xebatkarên ku di saziyên kamuyê de dixebitin ji 21ê îlonê pê ve du û nîv rojan nexebitin, îmze kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev nîvîs ji saziyan re hatiye şandin û di nivîsê de wiha hatiye gotin: "Rêvebirên kamuyê bi şerta tevdîran hildin ku di xebatan de pirsgirêk çênebe û têra xwe xebatkar bên xebitandin, hemû xebatkarên di saziyên kamuyê de dixebitin ji 21ê îlonê pê ve du û nîv rojan wê bidestûr bin û nexebitin."