Mehmet Tosun
16 Nîsan 2022•Rojanekirin: 18 Nîsan 2022
Ji ser mirina Serokomarê Tirkiyeyê yê 8emîn Turgut Ozal ê pêşengê gelek nûjeniyan ra 29 sal derbas bû.
Turgut Ozal li Tirkiyeyê ji sala 1983yan heta sala 1991ê bênavber bi serê xwe bû desthilat, di warê pêşketina aboriyê û têkoşîna dijî terorê da gavên girîng avêtin.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê AAyê berhev kirin, Ozalê kurê bavekî bankevan û dêyeke mamoste, di sala 1927an da li Meletiyê hat dinyayê.

Ozal piştî ji ber pîşeya bavê xwe, perwerdeya seretayî, navînî û lîseyê li bajarên cuda kuta kir, di sala 1950yî da jî ji beşa Endazyariya Ceyranê ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê mezûn bû û di Rêveberiya Etudê ya Karûbarên Ceyranê da dest bi kar kir.
Ozal li Amerîkayê di warê "Aboriya Endazyariyê" da perwerdeya pisporiyê hilda, piştî vegeriya Tirkiyeyê jî peywira Alîkarê Midûrê Giştî yê Rêveberiya Etudê ya Karûbarên Ceyranê hilda ser milê xwe.

Ozal her wisa di sala 1954an da bi Semra Ozalê ra zewicî, sê zarokên wî çêbûn.
Ozal di damezirandina Teşkîlata Plansaziya Dewletê da roleke sereke leyîst û di navbera salên 1967-1971ê da misteşariya vê dezgehê kir.

Her wiha di Bankeya Dinyayê da di navbera salên 1971-1973yan da wekî şêwirmend kar kir.
Ozal di dawiya 1979an da wekî Misteşarê Serokwezîriyê hat tayînkirin.
Her wisa Ozal wekî Alîkarê Serokwezîr ê Berpirsê Karûbarên Aboriyê di hikûmeta piştî midaxeleya eskerî ya 12ê Îlona 1980yî da hat tayînkirin.

Ozal ji ber nakokiya wî û hikûmetê ya di warê polîtîkaya pere da di 1982yan da ji peywira Alîkariya Serokwezîr îstifa kir.
Di 20ê Gualana 1983an da Partiya Welatê Sereke ava kir û di hilbijartina giştî ya heman salê hat kirin da partiya wî bû yekemîn û Hikûmeta 45emîn damezrand. Ozal ji sala 1983an heta 1991 bi tena serê xwe desthilatdar bû.
Ozal di sala 1988an da rastî êrîşa çekdarî hat û ew di rojeva Tirkiyeyê da cî girt.

Êrîşkar Kartal Demirag piştî êrîşê hat qefaltin û bi cezayê dardekirinê hat darizandin paşê 20 sal cezayê hepsê lê hat birîn 4 sal di girtîgehê da ma û Ozal ew di sla 1992an da efû kir.
Ji alî Meclisê va ew di 31ê Cotmeha sala 1989an da wek Serokomarê Tirkiyeyê yê 8emîn hat hilbijartin.
Di 12ê Adara sala 1991î da li Qesra Çankayayê bi Celel Talabanî ra hevdîtin kir û ji bo bûyerên terorê û "Pirsgirêka Kurd" çareser bike bi taybetî hewl da. Di 26ê Adara sala 1991ê da Talabanî daxuyanî da Der Spiegelê û îdia kir ku Ozal soza xweseriyê daye miletê Kurd.
Ozal di adara sala 1992an da parlementerên DEPê Ahmet Turk, Sirri Sakik û Orhan Dogan li Qesrê qebûl kir û bi wan ra axivî. Sakik piştî hevdîtinê got ku Ozal ji wan ra gotiye ewê efûya giştî îlan bike û pirsgirêkê ji kokê da hel bike.
Ozal bi Berdevkê Serokomariyê Kaya Toperî û Serekyawerê wî Serbaz Arslan Guner raporeke Kurd a ji 10 rûpelî pêk dihat da amadekirin. Ji bo amadekirina raporeke nû ya di vê mijarê da jî parlementerê ANAPê Adnan Kahvecî wezîfedar kir. Kahvecî li herêmê piştî lêkolînan bi sernava "Pirsgirêka Kurd çawa çareser nabe?" raporek amade kir. Ozal ev rapor di civîna MGKê ya wê demê da ji bo nîqaşekirinê danî meydanê.
Ozal di 17ê Nîsana 1993an da wefat kir.
Piştî wefata wî 19 sal bi şûn va li ser îdiayên ku hatiye kuştin gora wî hat vekirin û di rapora otopsiyê da hat gotin ku sedema mirina Ozal a teqez nehatiye tespîtkirin.