Zafer Fatih Beyaz
25 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2025
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran daxwaz kir ku Şeva Rexaibê bibe wesîleya qebûlkirina diayan û xurtbûna yekîtî, bihevrabûn û biratiya milet.
Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê peyama Şeva Rexaibê da.
Duran diyar kir, ew cardin gihîştin Şeva Rexaibê ku mizgîniya serê sêmehan e û wiha dewam kir:
"Ez hêvî dikim ku ev şeva mustesna bibe wesîleya qebûlkirina diayên me û xurtbûna yekîtî, bihevrabûn û biratiya me. Ez ji Rebbê me yê mezin niyaz dikim ku Xeze di serî da ji hemû erdnîgariyên mezlûm ku di binê zilm û zordariyê da dijîn ra edalet, hizûr û azadiyê îhsan bike. Şeva me ya Rexaibê bimbarek be."