QAHÎRE
Kameramanê Anadolu Agencyê (AA) Enes Ebû Mûaylik ê ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de birîndar bû ji bo dermankirinê anîn Arîşa bajarê Misirê.
Kameraman Ebû Mûaylik nîvro bi ambulansê anîn ber Deriyê Sînor ê Refahê yê di navbera Misir û Xezeyê de û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Arîşê kirin.
Ekîba AAyê li nexweşxaneyê Ebû Mûaylik ziyaret kir û li vir Ebû Mûaylik îdia kir ku Îsraîl di êrîşên xwe de bi qesdî û zanetî endamên çapemeniyê yên ku bûyeran û ekîbên lezginiyê dişopînin, dike hedefa xwe.
Ebû Mûaylikê ku ji zik, pişt û pêyê xwe birîndar bû diyar kir ku piştî bûyerê li Nexweşxaneya Şuheda el-Eqsayê ew emeliyet kirin û di dema emeliyetê de jî firokeyên Îsraîlê nexweşxane da ber bombeyan.
Di vê navberê de hat zanîn ji bo ku Ebû Mûaylik bînin Misirê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Qahîreyê û xebatkarên wê gelekî hewl dan û ji bo ku kameraman di nexweşxaneyeke têkûz de were dermankirin dê sewqî Qahîreya paytext bikin.
Yekîneyên topavêj ên Îsraîlê Nexweşxaneya Şuheda el-Eqsayê ya li Deyr el-Belahê dabûn ber topan û di encamê de di navê de bijîşk, nexweş û wezîfedarên alîkariya lezgîn 4 kes miribûn û 20 kes jî birîndar bibûn.