22 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
NEW YORK
Hat ragihandin ku karsaz Riza Sarraf li DYAyê ji ber tawanbariya qulkirina ambargoya hikûmetê ya li ser Îranê hat binçavkirin.
Li New Yorkê dozgerên federal di îdianameyên xwe da îdia kirin ku tevî Zarrabê ku dawiya hefteya borî li balafirgeha Miamiyê hat binçavkirin, welatiyên Îranê Kamelia Cemşîdî û Huseyîn Necafzade yê ku li wan digerin, bi milyonan dolarî sextekarî kirin û ambargoya li ser Îranê pêpes kirin.
Di îdianameyê da herwisa hat îdiakirin berşikên ku li ser navê şîrketên Îranê dixebitin, karên xwe yên bankeyan ji ser tora şîrketên navneteweyî yên li Îran, Tirkiye û hin welatên din kirin û tevî bankeyên DYAyê hin enstîtuyên fînansê xapandin.
Serokê Ofîsa Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) a New Yorkê Diego Rodriguez jî îdia kir ku sûcên navborî di navbera 2010 û 2015an da hatine kirin.