ŞANLIURFA
70 jinên kurd ên ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê welidîn.
Piştî ku şerê di navbera komên kurdan û milîtanên DÎŞIyê de mezin bû nêzîkî 190 hezar kesî ji Sûriyeyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê.
Piraniya penaberan jin û zarok in. Ji penaberan gelek kes li Sirûcê di konbajar û avahiyên ku bi destê AFAD û Heyva Sor a Tirkiyeyê hatin avakirin de dimînin û jiyana xwe didomînin.
70 jinên bizaro yên ku ji şer revîn û hatin Tirkiyeyê li vir welidîn.
Malbatên penaber ji ber ku zarên wan li derveyî welatê wan hatin dinê navên zarên xwe herî zêde datînin "Welat, Hesret".
Xeyalên malbatên penaber ew in ku rojekê şer bi dawî be û zarên xwe li welatê xwe mezin bikin.
- "Jiyan dewam dike"
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji aliyekî ve şer hebe jî ji aliyê din ve jî jiyan dewam dike.
Çîftçî destnîşan kir ku li Kobanêyê her roj bi dehan kes dimrin û birîndar dibin, lê belê ji aliyekî ve jî der barê mêvanên me de xeberên baş tên û ew jî kelecanî dibin.
Qaymeqam Çîftçî diyar kir ku ekîbên tendirustiya gel bi jinên bizaro re eleqedar dibin û hemû kontrolên wan ên heta welidandinê teqîb dikin.
Çîftçî got ku daxwaza wan ew e penaberên ku li Tirkiyeyê tên dinê bira bi hesreta welatê xwe nejîn û jiyana xwe li welatê xwe bidomînin û wiha pê de çû:
"Xwedê teala emrê van zaran dirêj bike û jiyaneke bi aram û aştî tixe nesîbê wan. Di mehekê de 70 zarok li welatê me hatin dinê. 10ê wan di wargehên demkurt de 60ê wan jî di navçeyê de bûn. Ev zarok li welatê me hatin dinê û zarên me ne. Em ê li wan xweyî derkevin."