17 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Halît Çevîk diyar kir ku di civîna Konseya Ewlehiyê ya NYyê (KENY) de biryareke ku der heqê Tirkiye û rûdanên li bakurê Sûriyeyê diqewimin de hatibe hildan tuneye.
Li ser daxwaza Rûsyayê di rûniştina KENYê ya ji çapemeniyê re girtî de mijara topbarandina Tirkiyeyê ya ser kozikên PYDê de hevdîtin hat kirin û piştî civînê serokê konseyê yê meha sibatê Nûnerê Daîmî yê Venezûelayê yê NYyê Rafael Ramîrez Carreno piştî civînê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew ji ber topbarandina Tirkiyeyê ya ser bakurê Sûriyeyê di nav qisawetê de ne.
Piştî vê jî Balyoz Halît Çevîk daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku di civînê de biryareke bi yek dengî ya der heqê Tirkiyeyê de nehatiye hildan û wiha pê de çû: "Li gor agahiyên ku me ji muxatabên xwe yên di konseyê de cih digirin hilda di civîna Konseyê de biryareke ku der heqê Tirkiyeyê de û yan jî bakurê Sûriyeyê de hatibe hildan tuneye."