HAKKARÎ
Li Gevera (Yuksekova) navçeya Hekariyê kerenga ku wek mizginiya biharê tê nasîn derket. Kereng li herêmê tê hezkirin û li ser dezgehan êdî tê firotin.
Hewa germ dibe û kerenga ku li herêmê di quntara çiyayên bilind de hêşÎn dibe jî hêdî hêdî derdikevin. Kereng ji hêla welatiyan ve tên berhevkirin û li ser dezgehan tên firotin.
Kereng zêdetir di xwarinên herêmî de tê bikaranîn û gelek malbatên ku aboriya wan nebaş e kerengan ber hev dikin û difroşin ku debara xwe bikin.