Abdullah Tel
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
MARDÎN
Ji kerên di berhevkirina çopên kuçe û kolanên teng ên Artukluya navçeyê navend a Mêrdînê da dihatin emilandin 3 jê ji ber ku êdî ji bar da ketine hatin teqawîdkirin û ji bo wan merasim hat lidarxistin.

Li Artukluyê bi kerên hatine wezfidarkirin ku qufe li ser pişta wan kirine, çopên kuçeyên ku wesayît nikarin bikevinê tên berhevkirin.
Li navçeyê 40 ker ji bo vî karî xwedî qadro ne û ji wan yên ji bar dikevin tên teqawîdkirin.

Ji kerên bi qadro yên êdî ji kar da ketibûn 3 heb hatin teqawîdkirin û li Taxa Tekerê li pêş cihê ker lê diman ji bo wan jî merasim hat kirin. Di merasima teqawîdbûna keran da jî berhemên Mozart û Beethoven hatin guhdarîkirin.

Di merasimê da qurdeleya sor a bi kurtanên hersê keran va hatibû girêdan jêkirin. Di hundirê sêniyê da sewze û fêkî wek îkram danîn ber keran.
Kerên teqawîdbûyî wê li hêwirgeha di bin kontola şaredariyê da ye bimînin.