Sabri Yıldırım
17 Hezîran 2026•Rojanekirin: 17 Hezîran 2026
Koçerên ku pezê xwe ji parêzgehên germ ên başûrê rojhilatê Anadoluyê ber bi zozanên bilind ên Mûşê va anîne, şîr didoşin û nîvişk, mast û penêr çêdikin.
Koçerên ku piştî rêwîtiyeke dijwar a bi qasî mehekê gihîştin zozanên Şenyayla, Qozme û Çiyayê Kurtikê yên ku kirê kirine, reşmal û konên xwe vedan û jiyana xwe didomînin.
Şivanên koçer, ku li çêreyên dewlemend ên herêmê ajelên xwe diçêrin, serê sibehê ji bo dotinê pez tînin ber bêrîvanan.
Bêrîvanên ku bi piştgiriya şivanan pez didoşin, dû ra şîr bi rêbazên kevneşopî dikelînin û dikin penêr, mast û nîvişk.
Bi saya bereketa çêreya li çiya û çêreyan ji ber barana zêde, koçer bi firotina şîr û berhemên şîrî yên ku di tevahiya demsalê da bi dest dixin, debara xwe dikin.
Davut Geçîtê koçer ê ku ji Nisêbîna navçeya Mêrdînê hatiye, ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan dest bi dotina şîrê pêşîn ê salê kiriye.
Geçît diyar kir ku ew îsal ji ber serma, baran û şiliyê ya ku zêde dewam kir, dereng gihîştin zozanan û got, "Piştî meşa bi qasî 30 rojî ji Nisêbînê, em gihîştin vê derê. Çend roj berê em li vê derê bi cih bûn û me dest bi dotina şîr kir. Heta niha berx tevî makên xwe berodan bûn û şîr dimêtin. Piştî me ew firotin, me dest bi dotina pêz kir. Em heta payîzê li vir dimînin. Di vê demê da, em hewl didin ku bi amadekirin û firotina berhemên şîrî, bi giranî penêr, mast û nivîşk, hem beşdarî aboriya malbatê û hem jî aboriya herêmê dibin."
Kenan Salikê xwedan ajel jî anî ziman ku îsal ji ber serma û baranê ew mehekê dereng derketine zozanan.