Abdullah Tel
02 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2021
Ji ber sînordarkirina derketina derva ya ku di çarçoveya tevdîrên li hemberî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyeyê dewam dike da meydan, kuçe û kolanên li Wan, Bitlîs, Mûş û Hekariyê vala man.
Li Wanê Meydana Beşyolê û kolanên Maraş û Cumhuriyetê yên ku deverên herî qelebalix ên bajêr bûn niha bêdengî serdeste.
Ekîbên polês û zabiteyan jî li navenda bajêr kontrolên xwe domandin.
Ji ber sînordarkirinê li Mûş, Bitlîs û Hekariyê jî kuçe, kolan û meydan vala man.
Ekîbên polêsan li deverên curbecur ên bajaran cihên kontrolê çêkirin û ewraqên welatiyan kontol kirin û li kesên sînordarkirinê binpê kirin jî ceza birîn.