27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
HATAY
Yusuf Demirtaşê kurê Huseyîn Demirtaşê Hevserokê HDPyê yê Palûya Navçeya Elezîzê bi îdiaya endamtiya DAEŞa rêxistina terorê hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Navçeyê yên ku li Îskenderûna navçeya Hatayê kontrolên xwe yên rê dikirin li derketina otogarê otobêsekî rêwiyan a ku diçû Stenbolê da sekinandin.
Di kontrolên ku hat kirin de li ser kesê ku do wesayîtê de rêwî bû û got ku navê min Yusuf Demirtaş e, nasname tune.
Yekîneyên îstixbaratê tespît kirin ku Demirtaş "Di lîsteya kesên lê digerin ên dibe ku DAEŞa rêxistina terorê wan di çalakiyên sansasyonel de bi kar bîne de cî digire" û Demirtaş binçav kirin.
Di dema miameleyên li ewlehiyê de hat tespîtkirin ku Demirtaş kurê Huseyîn Demirtaşê Hevserokê Navçeya Palûyê yê HDPyê ye. Dadgehê Demirtaş ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" girt.