29 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
MOSKOWA
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry der barê agirbesta demkî ya ji bo ku li Sûriyeyê pevçûn dawî bibin, li ser telefonê axivîn.
Li gor nûçeya ajansa TASSê ya Rûsyayê, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyand ku li ser daxwaza Rûsyayê Lavrov û Kerry axivîn.
Di axaftinê de behsa agirbesta demkî ya ji bo ku li Sûriyeyê pevçûn dawî bibin hat kirin. Ji bilî vê hat gotin ku herdu welat divê di qada leşkeriyê de jî hevkariyê bikin.
Hat gotin ku nûçeyên di çapemeniyê de cih digrin û dibêjin ku peyman hatiye binpêkirin agahiyên provokatîf in û ev tişt nayê qebûlkirin.