29 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2015
ANKARA
Serokê Giştî yê Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ê berê Kemal Burkay diyar kir ku PKK ji bo siyaseta gelê kurd xeletiyeke pir mezin e û wiha dewam kir:
"Civaka kurdan lazim e ku ji şaşiyeke wek PKKê xilas bibe. PKK bi fikra ku ezê gelê kurd xilas bikim ve derket holê."
Burkay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi şer û pevçûnan PKKê herî zêde zirar da gelê kurd û di şûna agirbestîlankirinê de divê ew rasterast çekan dayne û wiha dewam kir: "Civaka kurdan lazim e ku ji şaşiyeke wek PKKê xilas bibe. PKK bi fikra ku ezê gelê kurd xilas bikim ve derket holê lê niha gelê kurd dibêje 'emê çawa jê xilas bibin' wiha difikirin."
Serokê Giştî yê HAK-PARê yê Berê Burkay ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê jî divê ji çar aliyê civakê û eqlê hevpar bê îstifadekirin û wiha pê de çû: "Di şert û mercên îro de tundî êdî ji bo çareseriyê rê nîne û kar û baran zêdetir tevlihev dike. Ji hemû aktorên siyasî re tevgera bi eqlê selîmî lazime. Em tundiyê bidin sekinandin. PKK çekan dayne. Em vê yekê hergav dibêjin PKK di şûna agirbestîlankirinê de bila çekan dayne. Çekên PKKê ji bilî zirarê bi kêrî tu tiştekî nayê. Ev zirar herî zêde jî digihêje kurdan. Bila PKK ji binî çekên xwe dayne û dewlet jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavan biavêje. Çepgir rastgir em hemû jî siyasetê bikin û merîfetên xwe di qada siyasetê de nîşan bidin. Heke demokrasiyeke rasteqîn hebe wê demê daxwazên me hemûyan wê bi cih bên."
Burkay got ku PKK ji bilî xwe naxwaze hêzeke din di siyaseta kurdan de cih bigire û wiha pê de çû: "Ji berê ve tê dizanîn ku PKK ji bilî xwe dengekî cihê naxwaze. Ji roja ku ava bûye heta niha polîtîkayeka wê ya wiha heye. Ji xeynî xwe dixwaze hemû rêxistinên kurdan ji holê rabike. Dema ku ez ji derveyê welêt hatim ji bo min bêrûmet bikin dest bi kampanyayan kirin."
Burkay der heqê êrîşa terorî ya ku li ber Gara Trenê ya Enqereyê qewimî û bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan de jî got ku hat xwestin şerê navxweyî derbikeve û wiha dewam kir: "Ez bawer nakim ku xêra çalakiyeke wiha bigihêje hikûmetê. Çalakiya li Enqereyê bi taybetî hikûmet kir nav tengasiyê."