ADIYAMAN
Li Adiyamanê minîbêsa rêwiyan wergeriya û 7 kesên tê de birîndar bûn.
Minîbêsa rêwiyan ya ku plaka wê 02 D 2063 û Alî Arslan (47) şofêrê wê bû, ji navçeya Besniyê rêwî dibir Adiyamanê. Minîbês li kîlomêtroya 5emîn ya rêya Adiyaman û Golbaşiyê wergeriya.
Di qezayê de şofêr, Ali Alagoz (28), Gulşen Unallar (29), Alaattîn Ozgur Oztaş (37), Mehmet Avci (48), Yaşar Emîr (44) û Halil Îbrahîm Gunaydin (17) birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Adiyamanê û hat gotin ku rewşa birîndaran baş e.