Selim Sonkaya
26 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2022
Li Çelikhana navçeya Adiyemanê, barîna berfê bi neyînî tesîrê li jiyanê dike.
Barîna berfê ya ku ber destê sibehê dest pê kir, navenda navçeyê spîçîl kir. Ji ber berfa ku stûriya wê cih cihan gihîşt 10 santîmetreyî ajokaran zehmetî kişand.
Ekîbên Midûriyeta Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û yên Şaredariya Çelikhanê xebatên xwe didomînin da ku rêyên gund û taxan neyên girtin.