Orhan Pehlül
19 Tebax 2024•Rojanekirin: 20 Tebax 2024
Li Adiyemanê ceyranê karkerek kişand û ew kuşt.
Ramazan Uyarê (43) ku li nêzî gundê Îndereyê di înşeatê da dixebitî, ceyranê kişand.
Li ser êxbara hevalên wî ambulans sewqî cihê bûyerê kirin.
Ambulansê Uyar rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Adiyemanê, lê Uyar xelas nebû.
Cinaze ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.