Oktay Özden,Orhan Çiçek
05 Adar 2023•Rojanekirin: 06 Adar 2023
Li Adiyemana ku di erdhejan da avahî lê kavil bûn, xebatên rakirina enqazan dewam dike.
Li taxên navenda bajêr ku gelek avahî lê kavil bûn, makîneyên kar molozan radikin.
Molozên ku makîne li kamyonan bar dikin, li cihên kifşkirî tên valakirin.
Di vê navberê da hin mexdûrên erdhejê jî ji malên xwe yên ku xesar hildane, bi asansorên neqliyeyê va texliyekirina eşyayên xwe didomînin.
Wesayîtên ku di binê kavilên avahiyan da mane û pelişîne jî bi destê polêsan li barkêşan tên barkirin û dibin otoparkan.