Namzedê BDPê yê Serokatiya Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik û namzedê Ak Partiyê yê Serokatiya Şaredariya Agiriyê Hasan Arslan, li ber Qesra Edliyeyê der barê mijarê de daxuyanî dan rojnamegeran.
Sakik got ku ji ber ku wan di reyjimartina dawiyê de kêmasî dîtin û ji ber rageşiyê, wan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendê da ku hilbijartin cardin bê kirin.
Sakik diyar kir ku piştî serlêdanê daxwaza wan hat qebûlkirin û biryar hat dayîn ku hilbijartin dê di 1ê hezîranê de bê kirin û wiha dewam kir: "Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr biryar dabû ku rey cardin bên jimartin. Piştî jimartina 24 sindoqan em bi 150 reyan li pêş bûn, lê ji bo ku li bajêr pirsgirêk dernekevin û ev rageşiya bajêr biqede, em bi hemû hevalên xwe re civiyan û me biryar da ku hilbijartin cardin bên kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr jî ev daxwaza me pesand û ji Lijneya Hilbijartina Bajêr re şand. Lijneya Hilbijartina Bajêr a Agiriyê jî hilbijartin betal kir û biryar da ku hilbijartin dê di 1ê hezîranê de cardin bê kirin."
Namzedê Ak Partiyê Arslan jî wiha got: "Beriya 4 rojan me jî xwest ku hilbijartin bên betalkirin. Lewra şaîbe ket nav hilbijartinê. Ji ber vê çendê em wek Ak Partiyê dixwazin ku hilbijartin cardin bê kirin."