Abdullah Söylemez,Muhammet Ali Ateş
25 Nîsan 2024•Rojanekirin: 28 Nîsan 2024
Li Bazîda navçeya Agiriyê piştî ku dinya germ bû û çêre hêşîn bû, heywandar pez û dewarên xwe berdidin çêreyê.
Li gundên çiyayî yên navçeya ku nîvê salê di bin berfê da dimîne, bi zêdebûna germahiyê ra xweza hişyar û şên bû.
Şêniyên gundên çiyayî yên nêzîkî Gola Masiyan a li navçeya Bazîdê dimîne, pez û dewarên xwe berdan çêreyê.
Ajalên ku li çiya û baniyan û her wiha li rast û bestan bi birkî û garankî diçêrin, bi dronê hatin kişandin.