Türkan Tosun
19 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2020
Li bajarê gastronomiyê Gazîentabê çandiniya zertikê ya ku tehmê dide xwarin û şêrîniyan dest pê kir.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Gazîentabê li navçeya Oguzeliyê zertika ku ji bo toxim jê bê bidestxistin li ser ersaya Santrala Vejenê ya Biyoxazê ya Oguzeliyê hatibû reşandin hat berhevkirin.
Fatma Şahîna Şaredara Şaredariya Mezin a Gazîentabê jî beşdarî çandiniya zertikê bû.
Piştî ku berhevkirin qediya ewê wek toxim li cotkaran bê belavkirin.
Armanc ew e ku ew jî bireşînin û li bajêr çandiniya zertikê belav bibe û dahata ji vir tê bidestxistin jî zêde bibe.
- "Ew tehm, dîmen, reng ji zertikê ye"
Şaredar Fatma Şahînê got av, hewa û axa Gazîentabê pir taybet e û armanca wan a mezin ew e ku li vir bankaya toxim û baharatê çêbibe.
Şahînê got tesîsa bîyoxazê salek berê dest bi xebatê kir vejenê çêdike û wiha axivî: "Pergala li Almanyayê tê bikaranîn cara ewil li Tirkiyeyê me ceriband û bi serkeftî dewam dike. Divê piştî vê jî xebat bên kirin ku ev jî bi axê va dest pê dike. Toximê me yê bav û kalan heye. Ez ji zarokatiya xwe pê va xwarina şîveydîzê, kartolên bimast hez dikim ku çêkirina wan zehmet e. Zertikê li ser van xwarinan dikin ku pir xweş xuya dike. Ew tehm, dîmen, reng ji zertikê ye."
Şahînê got zertik ji bo gelek nexweşiyan şifa ye û ji bilî fistiq, sîr û tiştên din ewê zertikê li ser axa Gazîentabê bireşînin û çandiniya wê bikin.
- "Bihayê wê wek zêr biha ye"
Şaredarê Oguzeliyê Mehmet Saît Kiliç jî got zertik li her derê hêşîn nabe û wiha axivî: "Tiştekî pir taybet e, bihayê wê wek zêr biha ye. Divê em hemû cotkarên xwe qanî bikin ku zertikê bireşînin. Ewê zêdetir pere qezenc bikin, ewê ji axê zêdetir ber hildin û zêdetir pere qezenc bikin."