Burcu Çalık Göçümlü
26 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2025
Li bakurê Iraqê 13 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku 13 terorîstên PKKyî yên ku li herêmên Xakurk, Gara û Metînayê yên bakurê Iraqê hatin tespîtkirin, hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya WPNyê da wiha hatin gotin:
"Em bi cehd û bi biryar îmhakirina şikeftên terorê didomînin. 13 terorîstên PKKyî yên ku li herêmên Xakurk, Gara û Metînayê yên bakurê Iraqê hatin tespîtkirin hatin berterefkirin. Hêzên me yên Çekdar ên Tirk heta terorîstê dawî bê berterefkirin, wê bi biryarî operasyonên xwe bidomînin."