Aykut Karadağ
21 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2025
ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand ku 6 terorîstên PKKyî yên ku li heremên Operasyona Pençe-Kilîtê û Garayê yên li bakurê Iraqê hatin tesbîtkirin, hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Hêzên me yên Çekdar ên Qehreman ên Tirk 6 terorîstên PKKyî yên ku li bakurê Iraqê li heremên Operasyona Pençe-Kilîtê û Garayê hatin tesbîtkirin, berteref kirin. Heta ku li herêmê yek terorîstek jî nemîne operasyonên me wê bi biryarî dewam bikin."