Abdullah Tel
31 Gulan 2019•Rojanekirin: 02 Hezîran 2019
Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Pencikê da li bakurê Iraqê ser herêma Zapê operasyona esmanî hat kirin û qismek cih û warên PKKya rêxistina terorê yên li wan deran hatin xirabkirin.
Ji ser hesabê Twîtterê yê Wezareta Parastina Neteweyî peyam hat weşandin û hat gotin ku di çarçoveya Operasyona Pencikê ya dewam dike da li ser herêma Zapê operasyona esmanî hat kirin.
Hat gotin ku di operasyonê da hin cih û warên PKKya rêxistina terorê wek stargeh, baregeh û kozik bi kar dianî hatin wêrankirin.