Sarp Özer
04 Gulan 2023•Rojanekirin: 05 Gulan 2023
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, "Duh êvarê li bakurê Sûriyeyê 8 terorîst hatin berterefkirin. Di 10 rojên dawîn da hejmara terorîstên hatine berterefkirin nêzikî 50 ye."
Hulusî Akarê li Kayseriyê namzedê parlamenteriyê yê AK Partiyê ye, di bernameya li Komeleya Kafkasyaya Yekbûyî ya Kayseriyê da xitabî welatiyan kir.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir, li ber Tirkiyeya mezin û hêzdar dibe gefa herî mezin teror e û wiha got, "Dijî PKKya rêxistina terorê û yên mîna ku di destê xweyên xwe dabûne pêlîstok û maşik, têkoşîna me bi biryardarî dimeşe. Dixwazin bi rêxistinên terorê ji me ra gef û talûkeyê çêkin. Gef li yekîtî, hevkarî û desthilatdariya me dixwin. Ji 24ê Tîrmeha 2015an heya niha 37 hezar û 793 terorîst hatine berterefkirin."
Hulusî Akar diyar kir ji bo teror bi temamî ji holê rabe li bakurê Iraq û Sûriyeyê operasyon tên kirin û wiha axivî, "Duh êvarê li bakurê Sûriyeyê 8 terorîst hatin berterefkirin. Di 10 rojên dawîn da hejmara terorîstên hatine berterefkirin nêzikî 50 ye."