Yücel Velioğlu,Selim Bostancı
14 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2022
Li Saziya Amasrayê ya Saziya Komirê Kevirê ya Tirkiyeyê (TTK) teqîn çêbû.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin li kana madenê ya girêdayî Midûriya Saziya Amasrayê ya TTKyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn teqîn çêbû.
Li ser îxbarê ekîbên îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Walî Nurtaç Arslan ragihand ku sedema teqînê hê nayê zanîn.
Di daxuyaniya walîtiya Bartinê da hat gotin ku "Li Saziya Kargeha Komira Kevir a Amasrayê saet dora 18.15an da li kota 300î ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn teqîneke qismî çêbû. Hemû ekîbên me ji bo cihê bûyerê hatin seferberkirin û xebatên hewce dan destpêkirin."
Waliyê Bartinê Nurtaç Aslan: "Niha li kota -300î 44 kes, li kota -350yê 5 kes hene. Xebatên me yên xilaskirinê didomin. 8 kes bi derfetên xwe hatin xilaskirin."
Wezîr Soylu û Donmez ji ber teqîna li kana madenê çûn Bartinê
Wezîrê Tenduristiyê Koca der barê teqîna kana madenê ya li Amasrayê da daxuyanî da
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand ku di teqîna kana madenê ya li Amasraya navçeya Bartinê da hejmara miriyan derket 28an û 11 birîndar jî tên dermankirin.
Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Ji ber teqîna li Bartinê hejmara miriyan gihîşt 28an. Ji bo ku nexweşên me bên dermankirin li Stenbolê 6, li Bartinê jî 5 nexweşxaneyan çi hewce bike tê kirin."
AFADê ji ber teqîna li kana madenê ekîbên teqwiye şandin Amasrayê
Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) ji ber teqîna li Saziya Komirê Kevirê ya Amasrayê ekîbên teqwiye şandin herêmê.
Di daxuyaniya AFADê da hat diyarkirin ku li Saziya Komirê Kevirê ya Amasrayê ji ber sedemeke hê nayê zanîn teqîn çêbû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Midûrên AFADê yên Bajêr ên Kutahya, Eskîşehîr, Zonguldak û Karabukê û ekîbên Midûriya Yekîneya Lêgerîn û Xilaskirinû ya Sakaryayê ya AFADê şandin herêmê. Em geşedanan dişopînin. em bi rêzdarî radigihînin raya giştî."
Serdozgeriya Komarê ya Bartinê der barê qezay amadenê ya li Amasrayê da lêpirsîn da destpêkirin
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê qezaya madenê ya li Amasrayê da lêpirsîn da destpêkirin. Der barê bûyerê da 3 dozger hatin peywirdarkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat ragihanfin ku der barê teqîna li kana madena komirê kevir a li Amasraya navçeya Bartinê çêbû da lêpirsîn dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku der barê bûyerê da 3 dozgerên Komarê hatin peywirdarkirin û dê ji hemû aliyan va bi tîtîzî lêpirsînê bidomînin.