Elif Irmak
10 Adar 2021•Rojanekirin: 10 Adar 2021
Li Sasona navçeya Batmanê serwêsa xwendekaran welgeriya, di qezayê da xwîşk û bireyek mirin, ajokar û 25 xwendekar birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin serwêsa xwendekaran a bi plakaya 72 BC 774 a ku Eşref Yavuz diajot nêzî gundê Gurgenliya li ser navçeyê ji kontrola ajokar derket û welgeriya şerampolê.
Li ser îxbarê gelek ekîbên tenduristî û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê kirin.
Di qezayê da Selîm û Yasemîn Barlika xwîşk û bira bûn mirin, ajokar û 25 xwendekar birîndar bûn, rewşa hin birîndaran giran e.
Birîndar piştî midaxaleya ewil bi ekîbên Serwêsa Acîl a 112an û wesayîtên sivîl rakirin nexweşxaneyên li navçeyê û Batmanê.
Ekîbên cendirmeyan li herêmê tevdîrên ewlehiyê hildan.
Oktay Çetînkayayê ku midaxleya ewil a qezayê kir got ku qeza sibehê zû saet dora 07.20î da çêbû.
Çetînkaya da zanîn dema gihaştin cihê bûyerê dîtin ku du xwendekar mirine û wiha axivî: "Me hewl da ku yên mayî jî xilas bikin û ji wesayîtê derxînin. Min mamê min û pismamên min me dest bi midaxaleyê kir. Min têlefonî 112ê kir û ambûlans hat. Piştî ku me midaxale kir me birîndar dudu dudu ji wesayîtê derxistin. Birîndarên giran hebûn. Me yên birînên wan sivik in li cihê qezayê derxistin. Me hin ji wan bi wesayîtên sivîl şandin nexweşxaneyê."
Ozlem Taşdemira hevala xwendekarên di qezayê da birîndar bûn jî diyar kir ku gelekî xemgîn in û got ku "Em li dibistanê li benda hevalên xwe bûn lê va ev qeza çêbû. Vê qezayê em gelekî xemgîn kirin. Du hevalên me wefat kir. Xwedê rehma xwe li wan bike. Yên din jî birîndar in. Xwedê sebrê bide malbatên wan."