İbrahim Atmaca
05 Sibat 2020•Rojanekirin: 05 Sibat 2020
Li Baxçeseraya navçeya Wanê li herêma ku aşît lê ket ji bo dîtina 2 kesên tê texmînkirin di bin berfê da mane xabetên lêgerînê dewam dikin.
Di kîlomêtroya 33yemîn a rêya Wan û Miksê da bi qasî 4 kîlometre dûrî Tunela Karabetê ya aşît lê ketibû ekîbên şaredariya bajarê mezin, rêbejê, agirkujiyê, servîsa bilez, cenderme, AFAD û UMKEyê ji bo dîtina 2 kesên tê texmînkirin di bin berfê da mane xebatên xwe didomînin.
Welatiyên li cihê bûyerê ne jî piştgiriyê didin ekîban.
Di vê navberê da 6 kesên di minîbusa bin aşîtê mabû da hatibûn xilaskirin û operatorê makîneya kar jî li nexweşxaneyên bajêr tên tedawîkirin.
Duh bi ser makîneya kar û minîbusê da aşît ketibû û 7 kes hatibûn xilaskirin û cesedê 5 kesan jî hatibû derxistin
Waliyê Wanê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez got, "Vê gavê 5 welatiyên me wefat kirine, tevî operator 7 birîndarên me yên ku sax hatin xelaskirin hene. Dibe ku 2 kesên din di binê şepê da mabin. Li herêmê xebat dewam dikin."
Waliyê Wanê Bîlmez: "5 welatiyên me wefat kirin, dibe ku 2 kesên din di binê şepê da bin"
Waliyê Wanê Bîlmez: "5 welatiyên me wefat kirin, dibe ku 2 kesên din di binê şepê da bin"
Di kîlomêtroya 33yemîn a rêya Wan û Miksê da şepe rab û minîbusek di binî da ma. Kesên ku ji minîbusê sax hatin xelaskirin, rakirina Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Wan Yuzuncuyil û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê ya SBUyê. Bîlmez li herdu nexweşxaneyan birîndar ziyaret kirin.
Bîlmez der heqê rewşa birîndaran da ji doxtoran agahî stand û daxuyanî da rojnamegeran. Di daxuyaniyê da bi bîr xist ku dora saet 17.00î minîbusa rêwiyan a ku ji Wanê diçû Miksê 4 kîlomêtre beriya Tunêla Kirapêtê bi makîneyeke kar va di binê şepê da ma.
Bîlmez daxuyand ku li ser êxbarê ekîbên AFAD, UMKE, ambulans, îtfaiye, rêbej û şaredariya bajarê mezin sewqî cihê bûyerê kirin û wiha dewam kir:
"Di xebatên xilaskirinê da pêşiyê operator hat xilaskirin û ew rakirin nexweşxaneyê. Paşê demekê li minîbusê geriyan û cihê wê dîtin. Ji minîbusê 5 kes sax hatin xilaskirin, cinazeyê 4 welatiyan hat derxistin. Paşê 2 welatiyên din sax hatin xilaskirin, lê yekî digel midaxeleyan li cihê bûyerê can da. Vê gavê 5 welatiyên me wefat kirine, tevî operator 7 birîndarên me hene. Dibe ku 2 kesên din di binê şepê da mabin. Li herêmê xebat dewam dikin."
Bîlmez diyar kir ku li cihê bûyerê berf dibare û bager e, talûkeya berfa ku piştî şepeyê barî jî heye.
Bîlmez diyar kir, ekîb heta bikaribin wê bixebitin û wiha dewam kir, "Ekîb û ekîbmanê me hene û ji bo lêgerîn û xilaskirinê têrê dikin. Înşeallah wê di demeke kin da xwe bigihînin 2 kesên din ên ku dibêjin di binî da mane. Serê malbatên miriyan sax be. Birîndar tên tedawîkirin, vê gavê birîndarên giran tunene."
Şaredarê Edremîtê Îsmaîl Say, Şaredarê Miksê Mekî Arvas, Midûrê Emniyeta Bajêr Alî Karabag, Midûrê Tenduristiya Gel Mahmut Sunnetçioglu, Serhekîmê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê Sebahattîn Çelîk jî bi Bîlmez ra çûn ziyaretiyê.