Elif Irmak
27 Îlon 2020•Rojanekirin: 27 Îlon 2020
Li peravên Behra Egeyê bi lerza 4,3yan erdhej çêbû.
Li gor agahiya di malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Afetê saet di saet 21.39an da li peravên Magnesîaya Yewnanistanê û Gokçeadaya navçeya Çanakkaleyê bi lerza 4,3yan erdhej çêbû.
Cî û warên herî nêz ên ku erdhej lê çêbû bi 43,63 kîlomêtroyî Magnesîa û 107, 6 kîlomêtroyî Gokçeada ye.
Erdhej 24,41 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.