09 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
ANKARA
Li Bendava Ilisuyê (Germavê) ku di navbera sînorê parêzgeha Mêrdîn û Şirnexê da ye û herwiha ji hêla hêza jeneratorê va dê li Tirkiyeyê di rêza 3yemîn da cih bigire, perçeyê 450 ton giran ê jeneratora yekemîn ê 6 unîteyan hat bicihkirin.
Midûrê Giştî yê Karûbarên Avê yê Dewletê (DSÎ) Murat Acu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Bendav û Santrala Hîdroelektîrk a Ilisuyê, piştî bendava Ataturkê û ya Karakayayê bi 223 magawat qapasîteya xwe ya serê her unîteyekê va dê li Tirkiyeyê ji hêla hêza jeneratorê va bibe 3yemîn bendava mezin.
Acu diyar kir wan duhê rotor ku perçeyê 450 ton giran ê jeneratora yekemîn ê 6 unîteyan e, bicih kir û wiha axivî:
"Projeya me ya HES û Bendava Ilisuyê di nava vîzyona welatê me ya 100 salan da ye û herwiha li dinyayê mezintirîn yek ji bendavên avê ye û dîsa lingekî Projeya GAPê ye. Bendava Ilisuyê wê salane 4,12 milyar kîlowatsaet vejen hilberîne û dê 1,3 milyar lire piştevanî bide aboriya welat."
Murat Acu diyar kir dema ku proje temam be dê ji 4 hezar kesî ra deriyê îstixdamê vebe û herwiha tevî malbatên wan wê ji bo 28 kesî bibe çavkaniya debarê.
Acu herwiha ji ber piştevaniyê spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Karûbarên Av û Daristanan Veysel Eroglu kir.