Hüseyin Bağış
27 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2021
Li Beyoxliya navçeya Stenbolê di navbera du malbatên hat tesbîtkirin xinamiyê hevdu ne da şerê çekdarî derket, 3 kes hatin kuştin, şikbarê kujer ê birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.
Li gor agahiyên hatin sitandin, li Kanaryaya kûçeya Taxa Ornektepeyê di navbera du malbatên xinamî da ji ber sedemeke hê nayê zanîn şer derket.
Di şer da aliyan sîlah li hev kişand û li gor tesbîtên ewl 3 kes hatin kuştin kesek jî birîndar bû.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê û polêsan sewqî herêmê kirin.
Hat tesbîtkirin ku di şer de merivê ji lingê xwe birîndar bûye bi debançeyê gule berdaye û 3 kes kuştiye.
Şikbarê ji lingê xwe birîndar bibû li dewsa bûyerê hat derdestkirin. Şikbar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.