Şener Toktaş,Servet Taşdemir
03 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2026
Li Bidlîsê piştî ku sitûrahiya berfê gihaşt asta dihat xwestin li navendên kaşûnê yên li bajêr sezonê dest pê kir.
Li bajêr piştî berfa ku çendî roj e dibare kaşûnhezên ku hewaya bi tav û dawiya hefteyê wek firsend dîtin çûn navendên kaşûnê.
Kaşûnhezên ku hatin Navenda Kaşûnê ya Erhan Onur Guler û Tesîsa Kaşûnê ya Xana El-Amanê ya ku Midûriya Werziş û Ciwaniyê ya Bajêr pergalên telesiyajê nû kirin xwe kaş kirin û kêfa berfê derxistin.
Muhammed Enes Koçarê xwe kaş dikir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi barîna berfê heyama kaşûnê dest pê kir.
Koçar got ku "Em niha li tesîsa kaşûnê ya li Rehwayê ne. Gelek mirov hatin tesîsê. dîmen, hewa û berfa me gelekî xweşik e. Em hêvî dikin ku sal û heyameke xweş derbas bikin. Tesîs ji bo mirovan bû navenda şahiyê. Ez ji bo her kesê şahî û kêfxweşiyê dixwzim."
Ahmet Alkanê ku bi hevalên xwe ra li tesîsê xwe kaş kir jî got ku "Hewa xweş e û dawiya hefteya me bi kêf derbas dibe. Em pêşniyaz dikin ku her kes bê. Em li vir gelekî kêfxweş û aram in."
Ecvet Sulukayaya xwe kaş dike jî got ku "Piştî berfa gur tav derket. Navendên me yên kaşûnê niha çalak in. Welatî li navendên kaşûnê ji stresê dûr ketin. Mezin û biçûk her kes li vir e. Li vir kesên ku bi liyanê û taxûkê xwe kaş dikin hene. ji bo acemiyan jî pist hene."