Li rêbeja Bingol û Mûşê otobês û qamyon li hev qelibîn û di qezayê de 48 kes birîndar bûn.
Otobêsa bi plakaya 65 BB 181 a ku Îzzettîn Başak ew diajot û ji Bingolê ber bi îstiqameta Mûşê ve diçû li mewqiya Beyaz Toprakê bi qamyona bi plakaya 23 LF 168 a ku ajokarê wê hêj nehatiye tespîtkirin a ku ji aliyê din ve dihat re qelibî.
Otobês ji ber qelibînê gindirî şerampolê û 48 kesên di otobêsê de birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlasan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê û hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.
Hat îdiakirin ku ajokarê qamyonê ji cihê bûyerê reviya.