09 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
BITLÎS
Li Hîzana navçeya Bitlisê 19 muxtar û 40 parêzvanên ewlekariyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê wan de dihat birêvebirin de, ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Li gor agahiya ku hat hildan, walîtiyê der heqê hin muxtaran de ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê kirin" û "alîkarî û piştevaniya rêxistina terorê kirin"; der barê hin parêzvanên ewlekariyê de jî ji ber sûcê "îhmalkirina wezîfeyê" lêpirsîn da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de 19 muxtar û 40 parêzvanên ewlekariyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Herwiha morên muxtaran û çekên parêzvanan hatin desteserkirin.