10 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bitlîsê di operasyona dijî rêxistina terorê da ji 4 gumanbarên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê li Tetwanê derketin operasyonê û di operasyonê da ji 4 gumanbarên hatin binçavkirin M.Î.A. û A.K. hatin girtin û R.E. û M.Ş.P. bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin wê operasyon dewam bikin.