Rıdvan Korkulutaş
05 Adar 2023•Rojanekirin: 06 Adar 2023
Li Genca navçeya Bîngolê di saet 23.59an da bi mezinahiya 4,1ê erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD), erdhej 14,27 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Serokê Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê û Parlamenterê AK Partiyê yê Bîngolê Cevdet Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, ji bo her kesê ku erdhej hîs kir, derbasî be û wiha dewam kir, "Heta niha xebera rewşeke neyênî negihîşt saziyên me. Rebê min me ji afatan biparêze."