İbrahim Atmaca
22 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Li Merkezefendiya navçeya Denizliyê cîp û servîsa xwendekaran li hev ketin, 10 jê xwendekar 14 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku xwendekar tê da bûn, Kudsî Kabalar diajot û plaqeya wê 20 S 0312 ye û cîpa ku Adil Kabaca diajot û plaqeya wê 20 ABF 376 e li ser kolana Alî Tartanelê li hev ketin.
Li ser êxbarê anbulans, îtfaiye û polês sewqî cihê qezayê kirin. Îtfaiyeyê xwendekarên ku di minîbusê da asê mabûn xelas kirin.
Di qezayê da şofêrên herdu wesayîtan û 10 jê xwendekar 14 kes rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Hat gotin ku xwendekar diçûn musabaqaya cîmnastîkê.