ANKARA
Dengdayîna ji bo hilbijartina serokomariyê li 42 gumrikên li deriyên rêbej, balafirgeh û lengergehan îro dest pê kir.
Li gor salnameya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) dengdayîna li deriyên gumrikê dê heta 10ê tebaxê berdewam bike.
Kesên ku li derveyî welêt dijîn, lê di dema rayavêtinê de li Tirkiyeyê ne û hilbijêrên ku randevû sitandine yan jî di roja ku ji bo wî/wê hatiye diyarkirin de nekarîne li welatê ku dijîn dengê xwe bidin, dê bikaribin tenê li sindoqên li deriyên gumrikê rayên xwe bavêjin.
Di vê çarçoveyê de li deriyên rêbejê yên gumrikê yên wekî Gurbûlak, Turkgozu, Sarp, Kapikûle, Îpsala, Hamzabeylî, Pazarkûle, Esendere, Dîlûcû, Derekoy, Xabûr û Kapikoyê; li deriyên gumrikê yên balafirgehan yên wekî Şakîrpaşa, Esenboga, Antalya, Eskîşehîr, Elazig, Gazîantep, Hatay, Îstanbûl Ataturk, Îstanbûl Sabîha Gokçen, Adnan Menderes, Erkîlet, Balafirgeha Leşkerî ya Konyayê, Dalaman, Bodrûm-Mîlas, Samsûn, Trabzon û Zongûldak; li gumrikên lengergehan ên wekî Kaş, Kûşadasi, Ayvalik, Karakoy, Îzmir, Çeşme, Derînce, Mersîn, Taşûcû, Fethiye, Marmarîs, Bodrûm û Samsûnê sindoqên hilbijartinê hatine danîn.
Hilbijêr ji bo ku bikaribin li deriyên gumrikê dengê xwe bidin, divê nasnameya ku tê de nimroya Komara Tirkiyeyê heye yan jî pasaporta xwe bi xwe re bibin. Kesên ku di nasname yan jî pasaporta wan de nimroya pasaportê tunebe, mecbûr in ku nasnameyeke zêde ya ku li serê nimreya nasnameyê heye nîşan bidin.