05 Gulan 2016•Rojanekirin: 07 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Li Siltangaziya navçeya Stenbolê operasyona di piştgiriya ji hewayê da birin ser DHKP/Cya rêxistina terorê.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna DIjî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê li Siltangaziyê bi piştgiriya hêzên çewîk, polêsên tevgera taybet û firokeya polêsan va operasyon birin ser navnîşanên ku hatibûn tesbîtkirin.
Ekîbên hêzên çewîkê di TOMA û wezîyên bizirx va tevdîrên ewlehiyê girtin û hatin Taxa 75cî Yilê û di ser navnîşanên ku berê tesbît kiribûn da girtin. Di heman demê da firokeya polêsan jî li ser wan firiya û piştgirî da wan. Ekîb li navnîşanên ku di ser da girtin geriyan. Der barê operasyonê da agahiyên hûrgilî nehatin dayîn.
Di dema operasyonê da hin kesên rûpêçayî bi amûrên der û dorê va barîqat danîn ser kolana Îsmet Paşayê û agir berî amûran dan. Çalakvanên rûpêçayî yên ku bi molotof û fîşengên hewayê êrîşî polêsan dikirin dema ku polêsan bi TOMA û wesayîtên bizirx midaxele kirin revîn û di nav kuçeyan da belav bûn.