BEXDA
Li Bakubaya paytextê Diyalaya eyaleta Iraqê 450 malbat ji ber rewşa xetere, malên xwe terk kirin û we spartin herêmen ku ketine destê pêşmergeyan.
Alîkarê Waliyê Diyalayê Basîm Samerraî daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û daxuyand ku ji herêmên el-Mefrak û el-Katunê koçberiyên mezin hene û 450 malbatan ji ber ewlehiyê xwe spartin pêşmergeyan.
Samerraî got ku gelek mirov ji ber ewlehiyê ber bi herêmên bakurê bajar ve diçin.