DIYARBEKIR
Çalakiya rêgirtinê ya cotkaran a dema ku hîn bûn ji ber deynê wan ê ceyranê prîma wan a piştgiriya çandiniyê hat blokekirin, bi dawî bû.
Çalakiya rêbirînê ya komek cotkarên ji Diyarbekirê û ji navçeya Çinarê ku bi hinceta bedela vejena avdana zeviyan zêde ye, bi traktorên xwe ve sêrêya 20 kîlomêtro dûrî navendê birîbûn, bi dawî bû.
Çalakî bû sedem ku li ser rêya Diyarbekir, Êlih û Mêrdînê doreke dirêj çêbibe û piştî ku cotkar bi rayedarên walîtiyê û yên qaymeqamtiyê re hevdîtin kirin, çalakiya xwe ya ku qasî 2 saetan dom kir, qedandin. Rêya ku ji ber çalakiyê xitimîbû careke din vebû.
Li ser navê cotkaran Gurcan Ozbay daxuyanî da û îdia kir ku bedela vejena avdana zeviyan gelekî zêde ye.