Ekrem Senvar
01 Gulan 2021•Rojanekirin: 02 Gulan 2021
Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê karker di 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê da dixebitin û vê roja xwe wisa derbas dikin.
Li navçeyê xebatkarên firin, dikanên tupê, paqijiyê û xebatkarên ku di pastexane û çêkirina rêyan da dixebitin di 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê da li ser kar in.
Seyît Tekdemirê ku di firinê da dixebite, diyar kir ku firin di serî da kesên ku di grubên pîşeyê yên cuda da dixebitin di cejnan da jî mecbûrî dixebitin.
Tekdemir daxuyand, ew ji bo pêdiviya nanê welatiyan nikarin betlaneyê bikin û wiha dewam kir, "Di cejna karkeran da ji bo me betlane tuneye. Em her wext mecbûr in ku bixebitin. Ez cejna birayên xwe yên karker pîroz dikin."