DIYARBAKIR
Li gorî daxuyaniya ji Walîtiyê hat kirin, tîmên Şaxa Tekoşîna dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr li ser îxbarê li navnîşaneke taxa 93yemîn lêgerîn kir.
Di lêgerînê de di nava alavên keça malê de di hundirê qutiyekê de 17 bombeyên bi tîpa boriyê hatin zeftkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Piştî lêkolîna tîmên pispor, bombeyên ji malê derketin, bi 3 bombeyên ku duh ji çenteyê gumanbarekî derketin yek in."