Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekir Gultan Kişanakê got: "Heta ku kujerên Hrant û yên ku wan kujeran diparêzin neyên dîtin û ew li pêşberî ciwakê hisab nedin dê welatê me winda bike."
Bi hevkariya Ermeniyên Diyarbekirê û Sekreteyaya Meclisa Aştiyê ya Diyarbekirê li Hêwana Konferansê ya Navenda Çandê ya Kayapinarê "Ji bo Hrant Dînk Panela Bîranînê " hat lidarxistin û Kişanak li vir axivî. Kişanakê got: "Ew kesên ku Hrant kuşt, negihiştin armanca xwe. Wan got qey ku Hrantê ji bo gelê ermenî hewl dide bikujin dê hin tişt bên guhertin."
Kişanakê got: "Heta ku kujerên Hrant û yên ku wan kujeran diparêzin neyên dîtin û ew li pêşberî ciwakê hisab nedin dê welatê me winda bike. Tirkiye bûye wek goristana kuştiyên ku kujerên wan ne diyar e. Heta ev kujer neyên tesbîtkirin û heta ev neyên darizandin dê ev xetere dewam bike."
Hevseroka Giştî ya HDPyê Meral Daniş Beştaş, Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî û welatî beşdarî panelê bûn.