DIYARBAKIR
Li Parka Newrozê ya li navçeya Baglara Diyarbekirê ya ku Newroz lê tê pîrozkirin gelek kes civiyan.
Ji xalên cuda, wesayitên şaredariyê bê pere gel dibin qada Newrozê. Ji ber qelebalixa çûnûhatinê, welatî kîlomêtroyek dûrî qadê ji wesayitan peya dibin û ber bi qadê ve dimeşin.
Komîteya amadekariyê ya Newrozê bangewazî kiribû da ku welatî bi cil û bergên herêmî beşdarî şahiyên Newrozê bibin, piraniya welatiyan bi cil û bergên herêmî ber bi qadê ve diçin.
Li derûdora qada Newrozê flamayên ku him bi kurmancî him bi tirkî li ser "Newroz Pîroz Be" nivisî hatine daliqandin. Komîteya amadekariyê ji bo koordînasyona qadê 10 hezar kesî wezîfedar kir.
Li ser platformê flamaya ku li ser di nav de tirkî, kurdî, erebî, suryanî jî ku bi 10 zimanan "Newroz Pîroz Be" hatiye nivîsîn cih digre.
Zêdetirî 350 rojnamewanên ji welat û derveyî welat ji bo Newrozê zindî temaşe bikin û di televîzyonê de weşana zindî bikin navên xwe dan qebûlkirin.
Komên ku hêdî hêdî li qadê dicivin, muzîkê guhdar dikin û govend digrin. Herwiha hin malbat seyranê dikin û zarok jî li parka nêzîkî qadê dilîzin.