25 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2019
Alîgirên PKKya rêxistina terorê bi teqemeniya bidestçêkirî êrîş bir ser navenda polêsan a li navçeya Yenîşehîrê ya navend û di êrîşê da sivîl jî di nav da 4 kes birîndar bûn.
Li Diyarbekirê êrîşî wesayîta polêsan a bizirx kirin

Li gor agahiyên hatin bidestxistin 2 kesên alîgirên PKKya rêxistina terorê yên bimaske bi teqemeniya bidestçêkirî êrîş birin ser Navenda Polêsan a Şehîtlerê ya li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê.
Di êrîşê da sivîl jî di nav da 4 kes birîndar bûn. Ambûlansên ku hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Ji bo girtina êrîşkaran xebat dan destpêkirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.