İbrahim Atmaca
08 Îlon 2019•Rojanekirin: 09 Îlon 2019
Li Grava Axtamarê ya nav Gola Wanê di Dêra Surp Xaçê da ayîna heftemîn hat kirin.
Bi destûra taybet a Wezareta Çand û Tûrîzmê dêr salê carekê seba îbadetê vedibe, îsal ayîna heftemîn lê hat kirin.
Gelek kes ji bo ku beşdarî ayînê bibin, ji nav welêt û derveyî welêt hatin bajêr û li navçeya Kawaşê ji Îskeleya Axtamarê li kelekan siwar bûn û gihîştin giravê.
Qaymeqamê Patrîkiya Ermeniyên Tirkiyeyê Episkopos Sahak Maşalyan bi heyetekê va hat giravê, li giravê bi welatiyan ra sohbet kir, find vêxist û dia kir.
Piştî ayîna ku Maşalyan bi rê va bir, Walî û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez daxuyanî da û got ku Dêra Surp Xaçê seba gelê Ermenî pir girîng e.
Bîlmez wiha axivî:
"Ermenî ziyaretkirina vê derê wek wecîbeyeke dînî dibînin. Piştî îşxala Ûrisan a sala 1915an, dêr ji bo ayînê hat girtin û di sala 2005an da hat restorekirin û di sala 2007an da jî wek muzeya bîrdariyê hat vekirin. Piştî 95 salan di sala 2010an da li dêra xaçê ya pîroz ayîna ewil hat kirin. Ayîn rastî eleqeyeke mezin hat û beşdarbûn hersal zêde bû. Bi salan e bi Ermeniyan ra li ser axa Anadoluyê dîrok û çandeke me ya hevpar heye. Wek berê em ê di paşerojê da jî him rêzê nîşanî azadiya îbadetê ya birayên me yên Ermenî bidin him nîşanî çanda wan bidin."
Maşalyan jî got ku wan dia û daxwazên xwe yên qenciyê yên ku di ayînê da xwestin, danîn nav ava hêşîn a Gola Wanê û bayê hênik.
Maşalyan diyar kir, ew xebatên ku li Girava Axtamarê tên kirin, ji nêz va dişopînin û wiha dewam kir:
"Em xebatên ku li Girava Axtamarê tên kirin dibînin û ji bo xebatên îmar û çêkirina derdora wê kêfxweş dibin. Ji bo ku avê bikşînin giravê budçeyeke mezin hat terxankirin û ev jî dide nîşan ku qîmetê didin giravê. Gola Wanê seba Herêma Rojhilata Anadoluyê bûye çavê tûrîzmê, Girava Axtamarê jî bûye roniya wî çavî. Berpirsiyariya me hemûyan e ku em vê mîrata mirovahiyê ya li welatê xwe biparêzin û bidin nasîn."