Li Edeneyê komekê ji bo jina ku di pevçûnên li Kobanêyê mir da konê teziyeyê vegirt û polêsan midaxeleyî komê kir. Di midaxeleyê da 11 kesên ku hatin binçavkirin sewqî edliyeyê kirin.
Li navçeya Seyhanê li Parka Înonuyê 3 roj berê ji bo Sîbel Buluta ku endama Partiya Komunîst, Lenînîst û Marksît e (MLKP) û di pevçûnên li Kobanêyê da mir konê teziyeyê hat vegirtin. Polêsan midaxeleyî komê kir û 12 kes binçav kirin.
Ji gumanbaran kesek piştî kar û barên li ewlehiyê serbest hat berdan û 11 kes jî piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê kirin.