KABUL
Hat ragihandin ku li bajarên cur bi cur ên Efxanistanê di operasyonên dijî Talîbanê da 54 milîtan hatin kuştin û 9 milîtan jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Efxanistanê di 24 saetên dawîn da li Nangarhar, Kunduz, Badahşan, Sar-i Pol, Uruzgan, Paktiya û Zabulê polês, artêş û hêzên ewlehiyê operasyon birin ser Talîbanê û di operasyonên dijî Talîbanê da 54 milîtan hatin kuştin û 9 milîtan jî birîndar bûn.
Wek mayîn berdevkê Talîbanê Zabîullah Micahid daxuyanî da û destnîşan kir ku li Newzada navçeya Helmandê di şer da 17 leşker hatin kuştin.