İsmail Şen
30 Adar 2024•Rojanekirin: 31 Adar 2024
Li Elezîzê di saet 03.25an da bi mezinahiya 4,7an erdhej çêbû.
Li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat destnîşankirin ku navend Elezîz bi mezinahiya 4,7an erdhej çêbû.
Hat diyarkirin ku erdhej 13,83 kîlometre di bin erdê da çêbûye.
Di daxuyaniya Walîtiya Elezîzê da jî hat diyarkirin ku piştî erdhejê agahiya xisar û zirarê nehatiye.
Piştî erdhejê hin welatî ji malên xwe derketin derva.